Ji ber lehiya ku piştî barana ku ji hefteya borî ve li eyaleta Rio Grande do Sulê ya li başûrê welêt bi bandor e, zirara canî û malî zêde dibe.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastina Sivîl ve hat dayîn de hat diyarkirin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 84’an û hejmara kesên winda jî derket 111’an.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de 14 hezar û 500 xebatkar bi piştgirîya hêzên çekdar dixebitin û bi 30 balafir û 182 botan 25 kes ji herêmên felaketê hatin rizgarkirin.
Zêdeyî 840 hezar kes ji ber lehiyê û ziyanên madî bandoreke neyînî dîtine, 121 hezar û 957 kes jî neçar mane malên xwe terk bikin.
Li gorî medyaya xwecihî, zêdetirî milyonek kes di gihîştina hewcedariyên bingehîn de zehmetiyên zêde jiyan dikin, û karûbarên elektrîk û înternetê li 98 bajarokan bi tevahî hilweşiyane.
Serokdewlet Luiz Inacio Lula da Sîlva ku du caran serdana herêma felaketê kir, destnîşan kir ku ew ê herêmê ji nû ve rakin ser piyan.