Alîkarê ” El Bexdadî” li Başûrê Kurdistanê piştî vegera ji Tirkiyê hat girtin

Meclisa ewlehiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku serçeteyê DAIŞ’ê “Suqrat Xelîl” ku alîkarê Ebo Bekir El Bexdadî bû, dema ku xwest ji Tirkiyê derbasî herêmê bibe, girt.

Mecilsa ewlehiyê ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku serçeteyekî DAIŞ’ê “Suqrat Xelîl” ku milê rastê yê Ebo Bekir El Bexdadî bû, girt.

Meclisê da zanîn ku serçeteyê ku bi navê “Ebullah El Tefxîx” tê naskirin, di beşa teqemeniyê ya çeteyan de kar dikir û ev agahî parve kir:

Serçete “Ebullah El Tefxîxdi di dagirkirina Mosilê 2014’an de roleke wî ya berbiçav hebû

Heya 2017’an li Mosilê bû, piştî wê ji bo gelek erkên ewlehiyê derbasî Sûriyê bû.

Di 2018’an de bi poseporteke sexte careke din vegeriya Mosilê,

Piştî pêkanîna gelek sûcên terorê derbasî Tirkiyê bû û 5 salan li wir ma.

Mecilsa ewlehiyê ya Başûrê Kurdistanê diyar kir serçeteyê DAIŞ’ê “Suqrat Xelîl” dema ku xwest ji Tirkiyê derbasî herêmê bibe, girtin.

Back to top button