Hêzên Gerîla li Zapê li dijî dagirkeran gelek çalakî lidar xistin.
Di çalakiyan de derbe li 2 çeperan hate xistin, 2 kamerayên mobesse jî hatin bêkêrkirin.
Arteşa Tirk a dagirker jî 19 caran bi çekên kîmyewî êrişî tunelên berxwedanê yen gerîlayan kir.
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker gelek çalakî lidar xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand.
Li gorî daxuyaniyê:
Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, 11’ê Gulanê hêzên gerîlayan bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê xistin.
17’ê Gulanê jî li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM çalakiya koordîneyî ya ji du baskan ve hate lidarxistin.
Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin û derbe li 2 çeperên hate xistin.
Her wiha heman rojê dagirkerên li Girê Cudî jî bûn armanca gerîlayan.
Li wir jî gerîlayan bi taktîka sekvaniyê 2 kamereyên mobese yên dagirkeran bêkêrkirin.
Artêşa Tirk 19 caran bi çekên kîmyawî qadên gerîla bombeberan kir
Li hemberî vê berxwedaniya gerîlayan arteşa Tirk a dagirker jî bi domandina sûcên şer hewl dide encam bigire.
Di vê çarçoveyê de HPG’ê eşkere kir ku ji 16 heta 18’ê Gulanê tunelên wan ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM,
18 caran bi gazên kîmyewî, carekê bi dronên bombebarkirî û 5 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.
Tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê jî carekê bi çekên kîmyewî hatin bombebarankirin.
Her wiha HPG’ê da zanîn 16 û 17’ê Gulanê herêmên Xakurkê, Garê, Metîna û rojavayê Zapê jî bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.



