Şandina Tirkiyê ya çeteyên Sûrî ji bo Nîjerê bi dîmen hat belgekirin

Rejîma Erdogan çeteyên xwe yên Sûrî, ji bo welatên alozî lê heyî, dişîne.
Ev nûçe belkî bi sedê caran derketine.
Di her carekê de rejîma Enqereyê jî ev yek red dikir.
Herî dawî, berê van çeteyan dabûn Nîjerê.
Enqerê careke din ev yek red kir.
Lê vê carê, AFP’ê xwe gihand van çeteyên bo Nîjerê têne şandin û agahiyên berfireh li ser wan parve kir.

Rejîma Tirkiyê ji bo polîtîkayên xwe li nava Sûrî çeteyan çê dike.

Li aliyekî aloziya li hindirê Sûrî gur dike, aliyê din jî van çeteyan ji bo polîtîkayn xwe yên derve bikar tîne.

Çete Omer ê 24 jî mîna bi sedan çekdarên din ji bo Nîjerê hatiye şandin.

Her çiqasî rejîma Enqere vê rastiyê înkar dike jî çeteyên wî bi xwe vê yekê ji çapemeniya cîhanê re vedibêjin.

Ajansa nûçeyan a AFP’ê bi çeteyên Sûrî yên dewleta Tirk ew şandine Nîjerê re, hevpeyvîn kir.

Di hevpeyvînê de bal tê kişandina li ser SADAT a weke şîrketa şer a AKP’ê tê naskirin.

Çete Ehmed ê 30 salî jî bi Omer re li Tumena Sultan Murat a herî dilsozên Enqereyê ye, bû.

Sadat a Erdogan heta gihiştina Nîjerê her tiştî eyar dike

Çete Ehmed yê sekvane derbarê peymanên ku li navenda SADAT’ê îmze kirin de wiha got:

“Efserên SADAT’ê ketin odeyê û me bi wan re peyman îmze kir.

SADAT ji seferê bigire heta bi cihbûnê her tiştî dike.”

Çete Ehmed li wê yekê mikur tê ku li herêmên dewleta Tirk dagirkiriye rewşa jiyanî zehmete û ji ber wê neçar maye biçe Nîjerê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê mirovan beriya niha ragihandibû ku di nava mehên dawiyê de, herî kêm dewleta Tirk hezar çeteyên xwe yên Sûrî şandiye Nîjerê.

“Ji bo şerê li Nîjerê di ser Stenbolê re em şandin Afrîka”

Çete Omer jî çîroka ji Sûrî heta Nîjerê jî vedibêje.

Ji bo biçim Nîjerê, despêkê em birin Dîlokê û ji wir jî birin Stenbolê.

Piştî vê li balafira leşkerî ya ku me bibe Burkîna Fasoyê siwar kirin.

Bi rêya bejahî ji Burkîna Fasoyê bo kampên li welatê cîran Nîjerê hatîn veguhestin.

Piştî min li wir du hefteyan perwerdeya leşkerî dît, ji bo parastina herêmeke navê wê nizanim, hatim erkdarkirin.

Heta niha nêzî 50 çeteyên Sûrî yên dewleta Tirk li Nîjerê hatine kuştin

Tê gotin, heta niha nêzî 50 çeteyên Sûrî yên dewleta Tirk li Nîjerê hatine kuştin.

Tenê cenazeyê 4 ji van gihiştine Sûriyê.

Çavkaniyekî ji komên çete ji AFP’ê re ragihand ku ew li bendêne di nava çend rojên pêş de cenazeyê 50 çeteyan bigihêjin Sûrî.

Beriya niha Waşîngton 2020’an ragihandibû ev şirketa Erdogan çeteyên Sûrî şandine Lîbyayê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê şirketa SADAT Adnan Tanriverdî şêwirmendê berê yê Erdogan bû.

Back to top button