Kongra Star: Biryara ‘doza Kobanê’ ji bo vejandina DAIŞ’ê ye

Meclisa Kongra Star û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi daxuyniyên cuda bertek nîşanî biryara desthilata Tirk a der barê ‘Doza Kobanê’ de nîşan dan û bang li gelê azadîxwaz bi taybet jinan kirin ku di xeta siyaseta demokratîk û jina azad de îsrar bikin.”

Nerazîbûnên li hemberî bêhiqûqiya Doza Kobanê didome.

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê bertek nîşanî biryara desthilata Tirk a der barê ‘Doza Kobanê’ de nîşan da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku biryara hat dayîn carekedin îsbat dike bingehê dewleta Tirk a faşîst li ser dek û dolaban hatiye avakirin û hate gotin:

“Hişmendiya faşîst a AKP-MHP’ê ne tenê ji bo gelên Tirk û Kurd, ji bo tevahî cîhanê xetereyeke mezin e.

Ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn ber bi tarîbûnê ve bibin, Tirkiye kirine zîndanek ser vekirî.

Ev biryarên hatine dayîn jî bi temamî siyasî ne û ji bo parastina DAIŞ’ê û ji nû ve vejînkirina wê ye.

Di roja îro de bi dehan berpirsên DAIŞ’ê yên kujerên jin û zarokan bi awayekî azad li Tirkiye digerin û Erdogan parastina wan dike.”

Kongra Star dawiyê de teqez kir ku ji bo jin karibin hîn pirtir ji civakê re pêşengtî û xizmetê bikin ew ê di xeta siyaseta demokratîk û jina azad de îsrar bikin.”

TJK-E: Divê em xwedî li doza Kobanê derkevin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî bi heman armancê daxuyanî da û got:

“Doza Kobanê ji bo nixumandina sûcên qirkirinê yên li ser gelê Kurd û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şengal û Rojava ya bi hevkariya AKP-DAÎŞ’ê, hatiye vekirin.

Encama ku di doza Kobanê de derket, careke din bû komkujî û tunehesibandina edaletê

Careke din nîşan da ku li Tirkiyê hiqûq bûye pêlîstika desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û dadgeh jî bûye dîka şanoyê.”

TJK-E’yê bang li jin û gelê Kurd kir ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’êt berxwedana xwe mezin bikin û wiha bidawî kir:

“Divê em xwedî li Doza Kobanê derkevin, xeta jinê ya berxwedanê ya li dijî DAÎŞ’ê biparêzin.”

KCDK-E: Doza Kobanê delîla hevkariya AKP-DAIŞ’ê ye

Back to top button