Rûniştina biryara doza Kobanê hat lidarxistin

Îro çav li rê bû ku ji doza Kobanê mizgîniya serbestberdana siyasetmedarên tên darizandin were.
Lê dadgehê, bi biryarên sosret cezayên girtîgehê li siyasetmedaran birî.
Her çiqas biryar wek cezayê girtîgehê jî xuya bike di rastiyê de dewleta Tirkiyê nêzîkatiya xwe ya rast a li dijî pirsgirêka Kurd eşkere kir.
Di serî de DEM Partî, gelek aliyan bertek nîşanî biryarê dan û diyar kirin ku bi vê dozê re Şoreşa Kobanê tê xwestin were mehkûmkirin

Rûniştina biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê yên 6-8’ê Cotmeha 2014’an, li girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hat lidarxistin.

Di doza ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berî jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, 16 siyasetmedar tev li rûniştinê nebûn.

“Dadgehê di hemû astan de helwesteke redkar nîşan da”

Bi destpêkirina dozê re Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol a parastin kir, bal kişand ser pêvajoya darizandinê ya bêhiqûqî.

Çelîk Ozbîngol got:

“Ji destpêka darizandinê ve hemû rêgezên darizandina ceza tune hatine hesibandin.

Dadgehê di hemû astan de helwesteke redkar nîşan daye.

Bi sînorkirina parastinan re em bûn şahidê rêze binpêkirinên giran.”

Piştre ji Parêzeran Faîk Ozgur Erol jî xwest ku ji bo lêkolînkirina dosyayên kêm îro biryar neyê dayîn û miwekîlên wan bên berdan.

Altan Tan jî bi rêya pergala deng û dîmen SEGBÎS’ê tev li danişînê bû, tawanbariyên heyî red kir, xwest şertê kontrola edlî bê rakirin.

Dadgeh cezayê girtîgehê birî: Parêzeran Eywan terikandin

Piştî parastinan, Şandeya Dadgehê dest bi eşkerekirina biryara xwe kir.

Li gorî vê Hevserokê giştî HDP yên berê:

  • Selahattîn Demîrtaş 42
  • Fîgen Yuksekdag jî 30

sal ceza li wan hatin birîn

Biryara dadgehê ya domandina cezayan li girtîhan bi çebikan hat şermezarkirin.

Di kêliya eşkerekirina biryarê de kesên li eywanê bi dirûşme û çepikan protestokirin û ji ewyanê derketin.

Li ser vê yekê li Meclîsa Mezin a Tirkiyê jî parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) biryar proteskirin.

DEM Partî: Em ê komployên we pûç bikin

DEM Partî bi daxuyaniyekê diyar kir cezayên ku li hevalên wan hatin birîn nikarin çavên wan bitirsînin û got:

Em ê komployên we pûç bikin.

Her wiha nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên doz şopandin jî bertek nîşandan û diyar kirin ku bi vê dozê re Şoreşa Rojava tê xwestin were mehkûmkirin.

Back to top button