Şêniyên Hesekê ji bo azadiya Rêber Apo daketin qadan

Yan pêkanîna Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, yan jî hedan bi me nakevê.
Ev helwesta Gel a dijî tecrîdê ye.
Li dijî tecrîda ser Rêber Apo li herêmê çalakiyên curbecur tên lidarxistin.
Şêniyên bajarê Hesekê, Tebqayê û Minbicê bi çalakiyên cûda banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Bi van silogana şêniyên bajarê Hesekê daketin qadan û tecrîda li Rêber Apo şermezar kirin.

Meş ji pêşiya Parka Rêber Apo destpê kir û çerxerêya taxa Kelase veguherî mitingê.

Di mitingê de, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso axivî û got:

“Dewleta Tirk a dagirker dixwaze li pêşiya demokrasî û azadiya gelan bigire û vîna wan bin pê bike.”

Xelkên Tebqayê: Rêber Apo doza mirovahî û nirxên exlaqî temsîl dike

Li Tebqayê jî biryara qedexekirina hevdîtinê bi meşekê hat şermezarkirin.

Li vir jî endamê Însiyatîfa Sûriye ya ji bo Azadiya Rêber Apo Emced El Nercis got:

“Rêber Ocalan, doza gelekî temsîl dike, ku ji bo azadiya xwe têdikoşe.

Rêber Ocalan gihaşt wê encamê ku doz ne tenê doza gelê Kurd e, lê belê doza mirovahiyê, xwezayê û nirxên exlaqî ye.”

Xelkê Minbicê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Meclisên bajarokên Heye û Yastî yên kantonê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyan de, tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê heta bidestxistina azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.

Back to top button