Xelkên Şehba û Efrîn: Em ê bi israr azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin

Bi coşeke mezin çalakiya konvedanê ya bi ramanca pêkanîna azadiya fîzîkî yê Rêber Apo dewame.
Ev çalakî li bajarokê Ehdas ê Kantona Efrîn-Şehbayê 2 roje pêk tê.

Îro jî xelkên navçeya Til Rifet û koçberên Efrînê bi komîn û meclîsên wê tevlî çalakiyê bûn.

Li bin kon, semîner li ser rastiya rêbertî hate dayîn.

Beşdaran diyar kirin ku bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî ewê tecrîdê têk bibin.

Her weha anîn ziman ku azadiya Rêber Apo, azadiya tevahî cîhanê ye û gotin:

Heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bibe, wê dest ji têkoşînê bernedin.

Dawiyê beşdaran soza xwe nû kirin ku li hemberî tecrîdê berxwebidin, heya bi fîzîkî rêber Apo azad bikin.

Back to top button