Li rojavayê Ewropa lehî: gelek cih di bin avê de man

Li rojavayê Ewropayê barana zêde ya di nava 2 rojên derbasbûyî de bariya, bandoreke giran li gelek welatan kir.
Taybet Almanya, Fransa, Belçîka û Hollandayê ziyanek mezin ji lehiyê dîtin.
Li Efxanistanê jî ji ber lehiyê 18 kes mirin.

Li rojavayê Almanyayê ji ber barana zêde ya În û Şemiyê lehî rabû.

Serokwezîr Olaf Scholz doh serdana herêma Saarlandê ya li ser sînorê Fransa û Luksembûrgê kir ku lehiyê gelekî bandor lê kir.

Scholz got,

“Li vê derê mirov dikare bibîne li hember bûyerên bi vî rengî yên xwezayê, divê em xwe çawa amade bikin.”

Daîreya Parastina Sivîl a Alman bang li gelê Saarlandê kir ku piştî hilweşîna bendek li bajarokê Quierschiedê bi baldarî tevbigerin.

Li gorî medya Alman ev bûyer bû sedem ku santraleke elektrîkê ya li herêmê bê girtin.

Xizmetên meteorolojiyê ji bo Saarland, Baden-Wurttemberg, Rheiland-Pfalz, Hessen û Westfalya Ren a Bakur hişyariya lehiyeke ‘mezin’ da.

Meurhte-et-Moselle roja Şemiyê piştî nîvro ji aliyê Meteo-France ve li hemberî karesata lehiyê derbasî alarma sor hate kirin.

Bi taybetî piştî ku baskekî çemê Moselle fûriya, hin ji şêniyên herêmê ji neçarî hatin veguhestin.

Rêya A4 a navbera Parîs û Strasbourgê jî, di nav de gelek rê li trafîkê hatin girtin.

Rayedarên xwecihî yên li Belçîkayê ragihandin ku şeva Înê li eyaleta Liegeyê ya li bakur-rojhilatê welêt 550 bangên alîkariyê hatine kirin û 150 arkuj hatine seferberkirin.

Hate ragihandin ku tiştek bi kesî nehatiye.

Li Hollandayê jî hin çem fûriyan.

Li eyaleta Limburgê 2 kamp ji ber rîska lehiyê hatin valakirin.

Li Efxanistanê ji ber lehiyê 18 kes mirin

Li parzemîna Asya jî baranên demsalî herî zêde bandor li Efxanistanê kir.

Ji ber barana xurt ya li Faryab a li sînorê Turkmenîstanê, 18 kes mirin.

Her ji ber baranên hefteyên dawî yên li parêzgehên bakurê welat jimara kesên mirîn nêzî 400’î bû.

Back to top button