Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê didomin.
Li Ewrupa yê gelê Kurd û dostên xwe doza Kûmpasê ya Kobanê li Hannover, Hambûrg û Viyanayê şermezarkirin.
Di çalakiyên şermezarkirinê de hat destnîşankirin ku bi dozê xwestin tola têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê hilînin.
Di doza Kobanê de ku 18 jê girtî 108 kes tê de dihatin darizandin, cezayê girtîgehê li siyasetmedaran hat birin.
Bertekên li dijî biryara cezakirinê didomin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, çalakvan bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û NAV-DEM Hannover’ê hatin ba hev û Doza Kûmpasê ya Kobanê şermezar kirin.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku biryarên di dozê de hatine dayîn, nayên qebûlkirin.
Li Hambûrgê jî li dijî doza kûmpasê ya Kobanê çalakiyek hate lidarxistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, çalakvan li ber Parlamentoya Awûstûryayê hatin ba hev û Doza Kûmpasê ya Kobanê şermezar kirin.
Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku bi dozê xwestin tola têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê hilînin



