Ji ber derketina aloziyê Hilbijartina Serokê nû yê Parlamentoyê hat paşxistin

Navenda Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku rûniştina taybet ya ji bo hilbijartina serokê nû yê parlamentoyê ji ber derketina aloziyan di navbera parlamenterên aliyan de, hat paşxistin.
Li aliyekî din dihat plankirin ku hilbijartinên Başûrê Kurdistanê di 30’ê Gulanê de bên lidarxistin lê piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ev pêvajo bi awayekî demkî hate sekinandin.

Di rûniştina ji bo hilbijartina serokê nû yê Parlamentoya Iraqê de du namzet ketin pêşbaziyê.

Di encamê de namzetê Hevpeymaniya Xezim Salim Îsawî 185 deng û namzetê Hevpeymaniya Teqedûm Mehmûd Meşhedanî 137 deng bidest xistin.

Lê di tora yekemîn ya dengdanê de divê namzetê serkeftî herî kêm ji sedî 66’ê dengên parlamentoyê bidest bixe ku bikaribe bibe serokê nû yê parlamentoyê.

Di tora yekemîn de ji ber ku tu namzetan nekarî dengên pêwîst bidest bixin, hilbijartina serokê nû yê parlamentoyê ma ji tora duyemîn re.

Lê ji ber derketina gengeşe û aloziyê di navbera parlamenterên aliyan de, dengdan ji bo demek nediyar hat paşxistin.

dimenê aloziya parlementoyê li ser gruba agahiyane

Li Başûr Krîza Hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin pêk were

Li aliyekî din jî dihat plankirin ku hilbijartinên parlamentoya Başûrê Kurdistanê di 30’ê gulanê de bên lidarxistin.

Mesrûr Barzanî di 6’ê gulanê de serî li Dadgeha Federe ya Iraqê da û xwest hilbijartin bên taloqkirin.

Dadgeha Federe jî serlêdan qebûl kir û dema hilbijartinê da sekinandin.

Rojnameger Azîz Koyluoglû têkildarî vê yekê axivî.

Azîz Koyluoglû diyar kir ku li Başûr Kurdistanê siyaseteke gel esas digire tune ye û wiha got:

“Ji dîrokê ve stratejiya PDK’ê wiha ye.

Bi dagirkerên Kurdistanê re tifaqan çêdike û li dijî hêzên din ên kurd şer dike.

YNK jî danûstandinên xwe bi hêzên cuda yên herêmê re heye, lê êrişî hêzên Kurdistanî nekiriye.”

“Tirkiye naxwaze hilbijartin niha bên lidarxistin”

Koyluoglû anî ziman ku PDK’ê hêza xwe winda dike lewma dixwaze hilbijartinê taloq bike û got:

“Tirkiye naxwaze hilbijartin niha bên lidarxistin.

Heke PDK qels bibe dê di polîtîkayên Tirkiyê yên li herêmê jî bikevin xetereyê

YNK dixwaze hilbijartin bê kirin û herêm jinûve bê dîzaynkirin.

Sedema israra YNK’ê ya di hilbijartinê de ew e ku niha pir bihêz e û piştgiriya gel ji bo wê zêde heye.”

Back to top button