Zext û binpêkirinên di girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de zêde dibin.
Sekretera Giştî ya Komîsyona Şopandina Girtîgeha Parêzer Rihan Gok, li ser binpêkirinên li girtigehan axivî û got:
“Girtiyên nexweş li girtîgeha bi tena serê xwe tên hiştin û ev rewş bandoreke xerab li wan dike.
Divê girtiyên ku di misogerkirina pêdiviyên xwe de zehmetiyan dikşînin bên tehliyekirin.
Pêwîst e di vê mijarê de gavên bi bandor bên avêtin û têkoşîneke hevpar bê meşandin:”
Şert û mercên girtiyên nexweş ên li girtîgehên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê roj bi roj zehmetir dibin.
Li girtîgehên ku bi hezaran girtiyên nexweş tên girtin, girtî ji mafê xwe yên bingehîn bê par mane.
Sekretera Giştî ya Komîsyona Şopandina Girtîgeha Baroya Amedê parêzer Rihan Gok, çavderî û şopandinên xwe yên têkildarî van girtîgehan parve kir.
Parêzer Rihan Gok: Raporên ATK’ê bi sedemên siyasî tên dayîn
Parêzer Rihan Gok diyar kir ku li girtîgehan pirsgirêkên pir cidî hene û got:
“Bi taybetî ji bo girtiyên nexweş rewş di asteke cidî de ye.
Em raporên ATK’ê yên ji bo girtiyên nexweşên giran tên dayîn ji derveyî aqil dibînin.
Ev rapor ne hiqûqî ne jî zanistî ne, bi sedemên siyasî tên dayîn.
Her wiha raporên ATK’ê yên tên gotin ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî rastî astengiyên dozgeriyê tên.
Ev jî mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyên nexweş binpê dike.”
Parêzer Rihan Gok: pêwîst e têkoşîneke hevpar bê meşandin
Sekretera Giştî ya Komîsyona Şopandina Girtîgeha Baroya Amedê parêzer Rihan Gok anî ziman ku girtiyên nexweş li girtîgeha bi tena serê xwe tên hiştin û ev rewş bandoreke xerab li wan dike û wiha got:
“Girtiyên nexweş nikarin kursiya bi teker jî bi dest bixin.
Ji bo girtiyên nexweş ên nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin, paqijiya odeyê jî tê hiştin.
Divê jinên ku di misogerkirina pêdiviyên xwe de zehmetiyan dikşînin bên tehliyekirin.
Pêwîst e di vê mijarê de gavên bi bandor bên avêtin û têkoşîneke hevpar bê meşandin.
Em di vê xalê de bi serlêdan û îtirazên xwe li dijî binpêkirinan têkoşîna hiqûqî didomînin lê divê ev têkoşîn zêdetir bê mezinkirin û bigihîje çareseriyeke mayînde.”



