Endamê Însiyatîfa Parêzarên Sûriyeyî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan diyar kirin ku dewleta Tirk kanûnên navneteweyî binpê dike û gotin:
“Li gorî qanûnên Tirkiyê û qanûnên navneteweyî tecrîd, êşkence ye.
êşkence jî, sûcekî navneteweyî ye, ji ber ku li dijî mirovahiyê ye û ne tenê li dijî kesê êşkence lê tê kirin e.
Dewleta Tirk bi van sûcan, peyman û qanûnên navneteweyî, yên NY`yê, û gelek peyman û lihevkirinên din binpê dike.”
Desthilata Tirk bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tecrîdeke giran li Rêber Apo ferz dike.
Der barê tecrîdê de endamê Însiyatîfa Parêzarên Sûriyeyî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Basim El Xelef axivî.
“Dewleta Tirk dixwaze Abdullah Ocalan ji mafê wî yê parastina qanunî bêpar bihêlê”
Basim El Xelef got: “Tirkiye dixwaze cîhanê bixapîne û çavê wê ji ser sûcê windakirina Rêber Abdullah Ocalan bibe ku ji Adara 2021`an ve tu agahî jê nayên girtin.
Dewleta Tirk qebûl nake agahiyên der barê wî de bide, ji ber ku dixwaze wî ji mafê parastina qanûnî bê par bihêle.”
Basim El Xelef: Tecrîd li gorî qanûnên navneteweyî êşkenceye
El Xelef wiha domand:
“Ev helwesta desthilata Tirk û qedexekirina hevdîtinên parêzer û malbatê bi wî re, li gorî qanûnên Tirkiyeyê û qanûnên navneteweyî, îşkence ye.
Îşkence, sûcekî navneteweyî ye, ji ber ku li dijî mirovahiyê ye û ne tenê li dijî kesê îşkence lê tê kirin e.
Dewleta Tirk bi van sûcan, peyman û qanûnên navneteweyî, yên NY`yê, lihevkirinên mafên mirovan ên Ewropayê û gelek peyman û lihevkirinên din binpê dike.”
Hiqûqnas Mazin El Hefel: Dewleta Tirk gelek lihevkirin û peymanên navneteweyî binpê dike
Hiqûqnas Mazin El Hefel jî li ser heman mijarê axivî û got:
“Dewleta Tirk gelek lihevkirin û peymanên navneteweyî binpê dike. Wekî rêgezên bingehîn ên danûstandina bi girtiyan re, lihevkirinên parastina ji îşkenceyê û dan û standina dermirovî, mafên model ên herî nizm ên dan û standina bi girtiyan re û mafên mirovan ên ji bo bidestxistina edaletê.”
Hiqûqnas Raêd El Beşar: divê pêngava azadiyê were mezin kirin
Hiqûqnas Raêd El Beşar jî li dijî tecrîdê çi bê kirin wiha anî ziman:
“Divê pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a navneteweyî ku li 74 navendên cîhanê dest pê kiriye, berdewam bike.
Divê çapemenî rola xwe di vî warî de bilîze.
Divê fişarên siyasî jî hebin.
Divê li ser çapemeniyê, sûcên ku dewletên zordest dikin ji bo ku rastiyê veşêrin, bibin rojev.”



