Festîvala Biharê ya 2’yemîn a xwendekarên Zanîngeha Rojava dest pê kir.
Li bajarê Qamişlo Rêveberiya Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava festîvala Buharê ya 2. da dest pê kirin.
Festîval bi çalakiyên çandî, helbest, stran, pêşbirk û xwarinên gelêrî hat lidarxistin.
Di festîvalê de cîgira Hevserokatiya Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava Evîn Ehmed balkişand ser rola çand û kevneşopan di parastina civakan de.
Pişt re xwendekarên zanîngehê helbest û stranên xwe pêşkêş kirin.
Her wiha xwendekaran bi 3 koman beşdarî pêşbirka beşa pirsên giştî bûn.
Çalakiyên îro bi pêşandana xwarinên gelêrî yên 5 koman bi dawî bû.
Tê payîn ku festîval îro bi çalakiyên cihêreng bi dawî bibe.



