Dewleta Tirk doh careke din gundên Şehbayê û Minbicê topbaran kir.
Di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ev êrîşên qirker şermezar kir.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku ev êrîş encama israra Erdogan a di pêkanîna jenosîdê de ye û got:
“Ji ber berdewamiya polîtîkayên xwe yên qirkirinê û şerê li dijî herêmên me, dewleta Tirk a dagirker herêmên Şehbayê yên ku ji ber dorpêçê rastî kêmbûna madeyên jiyanê tên, bombebaran kir.
Tirkiyê bi êrîşên xwe piştgiriya manewî dide terorîstan.
Ev êrîş careke din nebûna rola exlaqî ya mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî yên ku erkên xwe yên têkildarî rewşa Şehba û êş û azarên gelê me pêk naynin, piştrast dike.”
Rêveberiya Xweser di dawiyê de ji birîndaran re şifa xwest û got:
“Îradeya gelê me ji planên wan ên qirkirinê xurtir e.
Em ê bi îrade û yekîtiya gelê xwe bajarên dagirkirî rizgar bikin.”



