Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê diyar kir ku PDK û Malbata Barzanî xiyaneta xwe derbasî qonaxeke bilind kiriye û hêzên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re nakin dike armanc.
PKK’ê li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk û xiyaneta wê bang kir û got:
“Divê neyê jibîrkirin ku di ser xiyanetê re dem derbas nabe, xiyane nayê jibîrkirin û zû an jî dereng wê hesabê wê bê pirsîn.”
Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê diyar kir ku PDK û malbata Barzanî xiyaneta xwe derbasî qonaxeke bilind kiriye û hêzên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re nakin dike armanc.
PKK’ê diyar kir ku di şerê azadiyê de ku Gerîlayên Azadiyê bi fedakarî û lehengiyeke dimeşînin, rêveberiya PDK’ê li dijî gerîla bi artêşa Tirk û MÎT’ê re dixebite û got:
“Li Hewlêrê navenda koordînasyona hevpar a navbera artêşa Tirk û pêşmergeyan; di navbera MÎT û Parastinê de jî Odeya Parvekirina Îstîxbaratê hatiye avakirin.
Di malperên înternetê yên Serokatiya Fermandariya Giştî û Wezareta Karên Derve yên Tirk de nexşeyên qereqol û baregehên Tirk ên bi hevkariya bi PDK’ê re hatine avakirin bi eşkere têne weşandin.”
PKK: PDK hêzên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re nakin dike armanc
PKK’ê da zanîn ku PDK’ê bi desthilatdariya Erdogan re dîplomasiyeke hevpar dimeşîne û got:
“Rêveberiya PDK’ê û malbata Barzanî li hemberî dagirkeriya Tirk û êrîşên wê yên li Başûrê Kurdistanê helwesteke biçûk a dijber nîşan nade.
Hêzên ku mîna wê xiyanetê nakin û hevkariyê bi dewleta Tirk re nakin dike armanca Tirkiyê.
PDK bi weşanên xwe yên mîna ‘PKK’ê li Silêmaniyeyê hêza çekdar ava kir’ Tirkiyê teşwîq dike ku êrîşî Silêmaniyê bike.”
PKK: Xiyanet nayê jibîrkirin û zû an jî dereng wê hesabê bê pirsîn
PKK’ê diyar kir ku PDK beriya niha bi xiyaneta 31’ê Tebaxa 1996’an re li gel tankên Saddam kete nava Hewlêrê, niha jî bi dewleta Tirk re hevkariyê dike û wiha domand:
“PKK û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li hemberî êrîşên dijmin her dem di xizmeta Kurdistaniyan de ne.
Mîna dema çeteyên DAIŞ’ê jî êrîşî Hewlêr, Kerkûk, Mexmûr û Şengalê kirin bi banga alîkariyê ya Mesûr Barzanî weke mîna çemekî geş ji çiyê herikî deştê.
Xiyane nayê jibîrkirin û zû an jî dereng wê hesabê wê bê pirsîn.
PKK: Divê her kes li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re rabin
PKK’ê eşkere kir ku bi her awayî Barzanî pişgiriyê dide AKP-MHP-Huda Parê û got:
“Li şûna ku li Rojava li kêleka hêzên parastinê û Rêveberiya Xweser bisekine, piştgiriyê dide dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê.
Li Başûrê Kurdistanê li şûna ku li ber êrîşên rojane û dagirkeriya dewleta Tirk rabe, li ber gerîlayên azadiyê radibe.
Divê her kes li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re rabin û nehêlin xiyanet belav bibe.”



