Dadgeha Federal civîna li ser giliyê Mesrûr Barzanî paşxist

Biryare ku hilbijartinên parlementoya Başûrê Kurdistanê 10’ê Hezîranê were lidarxistin.
Lê PDK’a ku li dijî vê yekê ye, ji bo paşxistina hilbijatinê li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî tomar kiribû.
Biryar bû ku Dadgeh li ser giliya Mesrûr Barzanî bicive.
Lê Dadgehê rûniştin taloqî 21’ê Gulanê kir.
Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre, da zanîn ku PDK nahêle hilbijartin bê lidarxistin û got: “Zû yan direng, divê ev hilbijartin bê lidarxistin.”

Çav li rêye ku 10’ê Hezîranê li Başûrê Kurdistanê hilbijartina Parlementoyê were lidarxistin.

Lê ji ber tirsa PDK’ê ya ji encama hilbijartinê, metirsî heye ku hilbijartin were paşxistin.

Jixwe li ser vê yekê serokê demborî yê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî tomar kir.

Mesrûr Barzanî di gilînameya 6’ê Gulanê de, ji Dadgeha Federal daxwaz kiribû ku tedbîr û amadekariyên hilbijartinê rawestîn e.

 Dadgehê rûniştin taloqî 21’ê Gulanê kir

Dadgeha Federal ya Iraqê îro li ser çend giliyan civiya, yek ji wan jî giliyê Mesrûr Barzanî bû.

Lê Dadgehê derbarê giliyê Barzanî de, tu biryar neda û rûniştin taloqî 21’ê Gulanê kir.

Niha jî çav li biryara Dadgehê ye.

Her çendî PDK’ê li dijî paşxistina hilbijartinê ye, lê li Başûrê Kurdistanê gelek partî û alî daxwaza li darxistina hilbijartinê ya di demê wê de dikin.

YNK: PDK nahêle hilbijartin pêk bê

Li hêlekî din, Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre di daxuyaniyek çapemeniyê de balkişand ser sedema lidarnexistina hilbijartinên parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê.

Pîre da zanîn heta niha jî PDK’e nahêle hilbijartin bê lidarxistin û got:

“Çi zû yan direng, wê ev hilbijartin bê lidarxistin. Ji bo vê çiqas zû were lidarxistin, ji bo rewşa herêmê baştire.”

Pîre derbarê rewşa Kerkûkê de jî ev tişt got:

“Divê aliyên siyasî bihevre li ser waliyek ji bo hemû pêkhateyên Kerkûkê lihev bikin.

Nabe aliyek ku kêm kursî anîbe, rê li diyarkirina waliyek ji bo Kerkûkê bigire.”

Ji ber derketina aloziyê Hilbijartina Serokê nû yê Parlamentoyê hat paşxistin

Back to top button