Zarokê bi navê Faris Îbrahîm (13) ku li gel birayekî xwe û 2 hevalên xwe yên din di êrişa dewleta Tirk a li Şehbayê birîndar bûbû şehîd bû.
Dewleta Tirk a dagirker duh di saetên sibehê de gundên Simûqa, Til Medîq, Til Cîcan û Bendava Şehbayê û Um Hoş yên girêdayî kantona Efrîn-Şehbayê bi obîs û hewanan topbaran kirin.
Di encama topbarana li ser Bendava Şehbayê de zarokên bi navên Duha Hesen (16), Xedîce Îsmelî (15), Meter Îbrahîm (14) û Faris Îbrahîm (13) birîndar bûn.
Zarokên birîndar veguhestin Nexweşxaneya Avrîn a li bajarokê Fafînê.
Faris Îbrahîm ku bi giranî birîndar bûbû, beriya çend kêliyan li Nexweşxaneya Avrîn şehîd bû.
Şandeyeke Rêveberiya Xweser serdana birîndarên êrîşa Tirkiyê kirin
Ji bo naskirina rewşa zarokên birîndar û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li dijî Herêmê îro Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn-Şehbayê serdana zarokên di êrişa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûne kir û daxuyaniyek da.
Şande ji hevserokên Meclisa Rêveber a Kantonê Melek Hisên û Bekir Elo û hevseroka Desteya Tenduristiyê Eliya Mihemed pêk dihat serdana zarokên birîndar kirin, rewşa wan pirsî û silametiyê ji xwe re xwestin.
Piştre endamên şandeyê bi beşdarbiya xebatkarên Nexweşxaneya Avrîn daxuayniyek li pêşiya nexweşxaneyê da.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kantona Efrîn-Şehba hatin şermezar kirin û wiha hate gotin:
”Dewleta Tirk a dagirker rojane herêma Şehbayê topbaran dike û sivîlan dike armanc, bi hatina mewisma çinînê re êriş zêdetir bûne.
Ev êriş sûcên dijî mirovan e .
Dewleta Tirk a dagirker ku di nava şikestinê de tengav bûyem bi van êrişan dixwaze vîn û berxwedana gel têk bibe. Lê belê gelê me wê li Şehba bi israr li ber xwe bide û têkoşîn bike.”
Di daxuyaniyê de şîfaya lezgîn ji birîndaran re hat xwestin û bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî hate kirin ku
hesab ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bipirsin.



