TEV-DEM: Ev êriş berdewama siyasetên qirkirinê ye

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê ranawestin.
Rojane Dagirkeriya tirk êrişan dike û bêserûber sivîlan dike aramc.
Di encama êrişên duh ên li dijî gundên Şehbayê de, zarokê bi navê Faris Îbrahîm jiyana xwe ji dest da.
Li dijî van êrişên hovane, sazî û rêxistinên li herêmê nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Em ê li dijî van êrişan bibin mertalên ji agir.”

Dewleta Tirk û çeteyên xwe rojane êrişan dijî herêmê pêk tînin.

Bi taybet bi hatina mewsima çinînê re ev êrişên hovane zêdetir û dijwartir bûne.

Duh di encama êrişan de, li Şehbayê hejmarek zarok birîndar bû.

Zarokê bi navê Faris Îbrahîm jî ku bi giranî birîndar bûbû, îro jiyana xwe ji dest da.

Li dijî van êrişên hovane bertekên tund derketin holê.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û armancgirtina qadên sivîlan û yên çandiniyê şermezar kir.

TEV-DEM’ê got:

“Dewleta Tirk siyaseta ‘Her tiştî bide ber xwe û bişewitine’ dimeşîn e.

Ev siyaset dewma siyaseta qirkirina siyasî ya li dijî gelê me ye.

Wêrankirina binesaziya çandinî û şewitandina wê, tê wateya têkbirina aboriya civakî, lawazkirina berhemên çandiniyê.

Armanc jê têkbirina îradeya welatiyan û kuştina jiyanê ye.”

TEV-DEM’ê bang li aliyên navnetewî kir ku zextê li dagirkeriya Tirk bikin û rê li ber êrişên qirkirinê bigrin.

Desteya Jin: Divê saziyên mirovî sûcdaran darzînin û hesab bipirsin

Li Reqayê jî Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herêmê û armancgirtina zarokan şermezar kir.

Desteya Jinan bang li saziyên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî kirin ku erkên xwe li hember sûcên li Efrînê û herêmên dagirkirî tên kirin, bînin cih, sûcdaran darizînin û hesabê ji wan bipirsin.

”Êriş sûcên şer in”

Endamên Ofîsa Parastina Mafên Zarokan û Rêxistina Stêrk a Kantona Efrîn- Şehba jî li bajarokê Ehdasê daxuyaniyek dan.

Hate gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên sîstematîk sivîl û zarokan armanc digre, ev êriş sûcên şer in.

Li hember van êrişan divê gelê me rêxistina xwe xurtir bike û asta têkoşînê bilindtir bike.”

Back to top button