Kongreya Îslama Demokratîk li Til Temirê li ser xeteriya madeyên narkotîk panelek li dar xist.
Kongreya Îslama Demokratîk jî bi sernavê ′Zirarên madeyên narkotîk û bandorên wê li ser civakê′ li navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê panelek li dar xist.
Panel li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi beşdariya xelkê navçeyê, endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî hate lidarxistin.
Di panelê de, Bijîşk Omer Marado û bencker Welat Ferhan ê ji kadroya tibî behsa bandorên neyênî yên hişbirê li ser tenduristiya mirov kir û got:
“Madeyên narkotîk parastina laşê mirov lawaz dike û dihêle rûbirûyî nexweşiyan be.
Bijîşkan bang li xelkê herêmê kir ku bi Asayîşê re hevgirtî bin û hewldanên xwe yên xelasbûna ji vê pandemiyê zêde bikin.