Li Kobanê hêzên Asayîşê şebekeyek dizî ji 8 kesan pêk tê, jihevxist.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Asayşê li ser mjiarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Piştî wergirtina agahiyan ku kesên gumanên diziyê li ser wan hene, dest bi lêkolîn û lêgerînê kirin.
Bi koordîneya li gel Dozgeriya Giştî kesekî gumanbar hate girtin.
Kesê hatiye girtin li xwe mukir hat ku 7 kesên din pê re dizî dikin.
Li ser vê hêzên me cihên wan diyar kirin û ew girtin.”
Bi vê şebekeyê re gelek tiştên ku dizîne hatin desteserkirin.



