Îro Kongra Star û saziya malbetên şehîdan ê Kantona Efrîn-Şehba li dijî tecrîdê kon vedan.
Xelkê herê herikîn bin kon û tecrîd şermezar kirin.
Di çalakiya ku wê 3 rojan derwam bike de, er werin dayîn û gel wê nêrînên xwe bidin.
Li herêmê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” çalakî pêk tên.
Di vê çarçoveyê de, li parka 4’ê Nîsanê ya li bajarokê Ehdasê ê Kantona Efrîn-Şehbayê kon hate vedan.
Di çalakiyê de bi sedan şêniyên Şêrawa, Ehrezê, endamên TEV-DEM û saziyên civakî beşdar bûn.
Ev çalakî wê 3’ê rojan dewam bike.
Di nava rojên wê çalakî dewam bike de, wê semîner werin dayîn û gel wê nêrînên xwe bînin ziman.
Kesên li bin kon amadebûyîn axivîn û gotin:
18’ê Gulanê (Roja Şehîdan) ji bo gelê Kurd qonaxeke dîrokî û çarenûsî bû ku wê siberojê diyar bike.
Ev roj ne ji rêzê ye, lê dîroka israra di şoreşgerî, serkeftin û têkbirina dijmin de nîşan dide.
Heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger nebe wê dest ji têkoşînê bernedin.
Koordînasyona Kongra Sstar a Kantona Efrîn-Şehbayê Gulê Mihemed jî derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo de axivî.
Gulê mihemed diyarkir ku heta tecrîd bi dawî nebe wê dev ji çalakiyê xwe bernedin.



