Inisiyatîfa Azadiya Rêber Apo a Sûrî serdanên bi partiyan re dewam dike

Di çarçoveya pêngava cîhanê Înisiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê serdanên bi parityan dewam dike.
Înisiyatîf Înisiyatîfa serdana 4 partiyan kir.
Di hevdîtinan de, ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo banga zêdekirina xebatên siyasî û dîplomatîk hate kirin.

Ji 14’ê Gulanê ve, Şandeyek ji Inisiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê dest bi serdana partiyên li herêmê kir.

Şande ji Berdevkê Însiyatîfa Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr û endamên însiyatîfê Fûad Çolî û Gulîstan Hîbo pêk tê.

Serdana Şanedeyê ji bo partiyan di roja 6’an de dewam dike.

Partiya Guhertin: Divê sextên siyasî û dîplomantîk zêde bibin

Îro Şande bi Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanê, Partiya Çepgir a Şoreşgerî, Partiya Demokrat Kurd li Sûriyê û Partiya Muhafizekaran re civiya.

Endamên însiyatîfê di serî de çûn serdana Partiya Guhertin a Demokrat a Kurdistanê.

Li wir Hevserokê partiyê Kamîran Hisên piştgiriya pêngava cîhanî kir û got:

“Divê zextên siyasî û dîplomatîk ji bo zelalkirina rewşa Rêber Apo zêde bibin.”

Partiya Çepgir a Şoreşgerî: Divê Rêber Apo fîzîkî azad dibe

Piştre şandeyê serdana Navenda Partiya Çepgir a Şoreşgerî kir.

Hevserokê partiyê Elî Îsa şande pêşwazî kir û bal kişand ser helwesta domdar ya partiyê derdarê doza Rêber Apo.

Elî Îsa diyarkir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.

“Divê tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bibe”

Di serdana Navenda Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê de jî, sekreterê partiyê Nesredîn Îbrahîm axivî.

Îbrahîm siyasetên dewleta Tirk û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got:

“Rêber Abdullah Ocalan, azadiya gelê bindest û çareserkirina doza Kurd û Tirkiyê xwest.”

Her wiha şandeyê Serdana Partiya Muhafizkeran jî kir.

Li wir jî, Serokê Partiya Muhafizkeran Ekrem Mehşûş got ew li dijî tecrîdê ne û siyasetên dewleta Tirk şermezar kirin.

Însyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrî bi 4 partiyan re civiya

Back to top button