Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê di roja 3 serdanên partiyan didomîne.
Di serdanan de hate gotin, Pêwiste ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zext li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bê kirin.
Ev sê roj e, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê hevdîtin bi partî û hêzên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêk tîne.
Şandeya însiyatîfê a ji Berdevkê wê Ferzende Mûnzûr û endamên însyatîfê pêk tê, serdana navenda Partiya Kombûna Nîştimanî ya Demokrat a Kurdisatnê, Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Tevgera Nûkirin a Kurdistanê -Sûriyê kir.
P.K.N.K: Em hewl didin tenduristina Rêber Apo nas bikin
Şaneydên destpêkê bi Partiya Kombûna Nîştimanî ya Demokratîk a Kurdistanê re civiya.
Berdevkê însiyatîfê Ferzende Munzur sedemên serdanê, armancên pêngava navneteweyî û tecrîda li ser Rêber Apo şîrove kir.
Sekreterê giştî yê partiyê, Rusmet Ebas helwestên navneteweyî li hember azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rexne kir û got:
“Hewldanên me hene ji bo ku têkilî bi rêxistinên navneteweyî û dadgeha Lahay re ava bikin da ku rewşa û tenduristiya Rêber Apo nas bikin.”
“Kilîta çareseriya pirsgirêkên cîhanê Rêber Apo ye”
Di serdana Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Sekreterê giştî yê Partiyê Fewzî Şengalî îşaret bi girîngiya bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re kir û got:
“Kilîta çareseriya pirsgirêkên li cîhanê û bi teybet li rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.”
Partiya Roj: Divê zext li DMME bê kirin
Di serdana Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê de, Sekreterê partiyê Kovan Keno axivî.
Keno da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker naxwaze careke din Rêber Apo darizîne.
Ji ber wê divê li DMMEˊyê fişarên dîplomatîk bê kirin da ku careke din Rêber Apo bê darizandin.
T.N.K-S: Ji bo azadiya Rêber Apo em têdikoşin
Herî dawî însiyatîfê serdana navenda Tevgera Nûkirin a Kurdistan-Sûriyeyê kir.
Endamê tevgerê Mezher Hemîka diyar kir ku Rêber Apo jiyana xwe kir oxira azadiya gelê kurd.
Mezher Hemîka emê ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo bi her awayî têbikoşin.
Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûrî di roja 2. de serdanên partiyan kir



