![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/INSYATIF-PARTI-HEVDITIN-2.jpg)
Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê di roja duyemîn de, serdana gelek partiyan kir.
Siyasetmedaran destnîşan kir ku divê têkoşîneke hiqûqî û qanûnî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê meşandin.
‘Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê’ di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de serdana partiyan didomîne.
Şandeya însiyatîfê ku ji Berdevkê wê Ferzende Mûnzûr û endamên însyatîfê pêk tên, serdana navenda partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (PDKS), Partiya Kesk a Demokratîk û Partiya Lîberal a Kurdistanê yên li Qamişloyê kir.
Şande despêkê bi bi sekreterê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed re civiya.
Berdevkê însiyatîfê Mûnzûr armanca serdanê aşkera kir.
PADK: Azadiya rêbertî pêwîstiyeke lezgîn e
Sekreterê giştî yê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed jî destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de bûye pêwîstiyeke lezgîn.
Telal Mihemed got:
Divê partiyên kurd, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixebitin.
PDKS: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e
Di serdana navenda Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (PDKS) de, endamê Komîteya Navendî ya PDKS`ê Şukrî Hemo teqezî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û got:
“Azadiya wî azadiya gelê Kurd e.”
Her wiha diyar kir ku divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi xebite û tê bikoşe.
Partiya Kesk a Demokratîk: Rêber Apo kilîta çareseriya aloziyê ye
Di serdana Partiya Kesk a Demokratîk de, hevserokê Partiyê Luqman Ehmê axivî.
Ehmê anî ziman ku azadiya Rêber Apo kilîta çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn û aloziya Sûriyê ye.
Di dawiyê de însiyatîfê serdana navenda Partiya Lîberal a Kurdistanê kir û armancên serdanê ji wan re şîrove kir.
Sekreterê partiyê Ferhad Têlo teqezî bi meşandina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û got:
“Tevlêbûna pêngavê, erkeke exlaqî, nîştimanî û mirovî ye.
Xebatên me di vê çarçoveyê de wê her tim berdewam bikin.”