Li herêmê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

Îro 15’ê Gulanê ye Roja Zimanê Kurdî ye.
Bi vê bûneyê, li Kantona Cizîr û Kantona Efrîn-Şehbayê bi şahiyan Roja Zimanê Kurdî hate pîrozkirin.
Her wiha bang li her kesî hate kirin ku ji bo parastina zimanê xwe bi erkên xwe rabin.

Bi boneya 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Zanîngeha Rojava li Qamişloyê li salona zanîngehê bi dirûşma “Zimanê gelekî hebûn û rûmeta wî ye” şahiyek li dar xist.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava, endamên SZK`ê, endamên Rêveberiya Xweser û gelek kesên din beşdar bûn.

Di şahiyê de, tîmên çandê berhemên xwe pêşkêşkirin.

Bi heman boneyê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Çilaxa meşek li dar xist.

Di meşê de xwendekarên seretayî, navîn û amadehiyê hazir bûn.

Xwendekar Rohêv Seyfûdîn Roja Zimanê Kurdî li şêniyên bajêr pîroz kir û got:

“Ez kêfxweş im, ji ber ku ez û hevalên xwe bi zimanê dayika xwe fêr dibin.

Bi heman armancê li Kantona Efrîn/Şehbayê jî şahî pêk hatin.

Şahî ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Kampa Berxwedan a bajarokê Fafînê ve hate lidarxistin.

Bi sedan mamoste, xwendekar û koçberên Efrînê tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de, kesên ku axivîn eşkere kirin civak bi zimanê dayika xwe hebûna xwe îfade dike.

Lewma divê di her kêliyê de em zimanê dayika xwe kurdî biparêzin.

Piştre komên Şehîd Viyan Amara, Serdem, Şehîd Şaha, Şehîd Îlan stranên xwe pêşandan.

Back to top button