Daxwaza xelkê Bakurê Kurdistanê: Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

Di roja cejna Zimanê Kurdî de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî daxwaza ‘bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’ bilind bû.
Di vê çarçoveyê de bang li parlamento û rayedarên dewletê hate kirin ku dawî li polîtîkayên pişaftinê bînin û zimanê kurdî nas bikin.

Di roja cejna Zimanê Kurdi de li bakurê Kurdistanê daxwaza ‘bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’ carek din bilind bû.

Bi wesileya rojê li gelek bajaran di pêşengiya baro, şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û Komeleya Mafê Mirovan de welatî hatin gel hev.

Li Amedê welatiyên li pêşiya Edliyeya li hev civiyan, daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin divê her kes bi hev re xwedî li zimanê kurdî derkeve û îşaret bi mafê perwerdeya bi zimanê dayikê hat kirin.

Hat gotin ev maf ji hêla hiqûqa navneteweyî ve hatiye qebûlkirin û bûye qanûn û ev bang hat kirin:

Van rojan qala destûreke bingehîn a nû tê kirin û em jî li vir bang li rayedarên dewletê û parlamentoyê dikin;

Em dibêjin ku bila statûya zimanê kurdî di destûra bingehîn a nû de bê naskirin.

Bi heman boneyê li Rihayê jî sazî û rêxistinên civakî daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Endamê Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê Sedat Gul, bal kişand ser êrişên li dijî kurdî û got:

“Em weke parêzer dixwazin ku polîtîkayên bişaftinê bên bidawîkirin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî.”

Li bajarên Êlih, Wan, Colemêrg, Erizorom û Muş‘ê jî welatî bi heman daxwazê li qadan bûn.

“Em ê ji têkoşîna xwe ya ji bo ziman paş ve gavê naavêjin”

Welatiyan faşîzma dewleta Tirkiyê a li dijî Kurd û Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û gotin:

“Heke îro ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê em hêj bang bikin ev rûreşiya vî welatî ye.

Em ê ji têkoşîna ziman paş ve gavê naavêjin.”

Her wiha Li bajarên Tirkiyê, Enqere, Stenbol û Mêrsînê jî Kurdistanî û dostên xwe bi wesileya cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan.

Hat diyar kirin ji roja avabûna Komara Tirkîyê heta niha, zimanê kurdî û çanda wû ji hêla dewletê ve nehatine naskirin û îro jî heman polîtîka dewam in.

Back to top button