KCK’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê û KJK’ê bi daxuyaniyen cuda Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.
KCK’ê bang li herkesî kir ku rê nedin asîmîlasyonê û got:
“Têkoşîna xwedî lê derketin û bilindkirina asta ziman ji her demê zêdetir bimeşînin”Di heman demê de KJK’ê jî diyar kir ku Ziman hebûnê divê gelê kurd li hebûna xwe xwedî derkeve.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê û KJK’ê bi daxuyaniyên cuda Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.

KCK’ê roja Zimanê Kurdî li Rêber Apo û gelê kurd pîroz kir û got:

“Ji ber vê rastiyê ye ku Ziman nasname û bîra hevbeş a civakan e.

Parastin û pêşdebirina bîra hevpar a civakê, girêdayê parastin û pêşdebirina zimanê dayîkê ye.

Pratîka ku tê de înkar bi qirkirinê re dibe ye, qedexekirina zimanê dayîkê ye.

Weke qedexe, metirsîdar û cihêkar pênasekirina Zimanê Kurdî, di eslê xwe de siyaseta ji holê rakirina hebûna Kurd e.”

KCK’ê diyar kir ku divê xwedî li zimanê xwe derkevin û wiha bi dawî kir.

“Pêwîste em jî li dijî vê qirkirinê bi axaftina Kurdî, bi nivîsandina Kurdî û bi rêxistinbûnê li berxwebidin.

Têkoşîna xwedî lê derketin û bilindkirina asta ziman ji her demê zêdetir bimeşînin.”

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê: Ziman hebûn e, hebûna xwe biparêzin!

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê jî bi boneya 15’ê Gulanê roja Zimanê Kurdi daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KJK’ê bivî rengî ye:

“Ji bo gelan ziman hêmana sereke ya ku hebûnê dide xuyakirin e.

Her gelekî bi zimanê xwe nasnameya xwe, çanda xwe, jiyana xwe eşkere dike.

Çanda her gelekî di zimanê wê de veşartiye.

Ji bo gelê Kurd ev yek hîn zêdetîr bi wate ye.

Her çiqas ev siyaseta pişaftinê heta cihekî encam girtibe jî, lê gelê Kurd bi xwedî derketina ziman xwe ve ispat dikin ku gelê Kurd nayê tinekirin.

Yek Kurdekî ku bi zimanê xwe biaxive, bixwîne û binivisîne hebe dê çand û nasnameya Kurd bijî.

KJK’ê herî dawî diyar kir ku ziman hebûnê divê gelê kurd li hebûna xwe xwedî derkeve û got:

“Li dijî van siyasetên bişaftin, otoasimlasyon, qirkirina spî, nijadpereziya hevkariya dijmin ra nasnameya kurd parçedikê xwedî li zimanê xwe û çanda xwe derbikevin.

Back to top button