Zimanê Kurdî piştî dagirkirina Efrînê

Li Efrîna dagirkirî, Zimanê Kurdî di gelek pêvajoyan re derbas bû.
Yekemîn dibistan, peymangeh û Zanîngeha bi Zimanî Kurdî lê hate vekirin.
50 hezar xwendekarên seretayî, navîn û amadehiyê li dibistanên Efrînê li ber destê 3 hezar û 712 Mamosteyan perwerde didît.
Lê piştî ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin,veguherî cihekî ku lê Zimanê Kurdî tê qedexekirin.

Piştî ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir û beriya dagirkirinê, li Kantona Efrînê yekemîn dibistan, peymangeh û zanîngeha zimanê kurdî û erebî hate vekirin.

Ew bû destpêka pêvajoya perwerdeyê ya nû ku di tevahî qadên perwerdeyê de mamoste û kesên pispor hatin gihandin.

Dibistana Şehîd Fewazî ya li gundê Diraqliya yê Efrînê 6`ê Cotmeha 2011`an hate vekirin ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibistana yekemîn a Zimanê Kurdî bû.

Li gorî daneyên Desteya Perwerde 318 dibistan li bajarê Efrînê beriya dagirkirinê hatibûn vekirin.

Nêzî 50 hezar xwendekarên seretayî, navîn û amadehiyê li wan dibistanan li ber destê 3 hezar û 712 mamosteyan perwerde didît.

Bi dehan dibistanên taybet ên pêşdibistan, peymahgehên muzîkê û hunerê jî hebûn ku bi hezaran zarok tê de dihatin perwerdekirin.

Ji bo gihandina mamosteyan di tevahî beşên xwendinê de, sala 2014`an li Efrînê Peymangeha Viyan Amara hate vekirin.

82 mamoste û bi dehan karmendan çavdêriya peymangehê dikir.

Beriya ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Efrînê dagir bike, 500 xwendekar li peymangehê bûn.

Lê belê hin ji wan di gundên xwe de di encama topbaranê de hatin kuştin yan jî birîndar bûn.

Piştî dagirkirinê, mîna bi serê bajar û gundên bajarê Efrînê de hatiye, peymangeh jî hate talankirin.

Tebaxa 2015`an li gorî însiyatîfa komeke mamosteyên zanîngehan û bi fînanseya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Zanîngeha Efrînê hate vekirin.

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn bû.

Di Zanîngehê de beşêm Tibê, Endezyarî, ragihandin, Aborî, Çandinî û Wêjeya Kurdî hebûn.

51 Mamosteyên pispor ev fakulte bi rê ve dibirin.

Beriya şer 469 xwendekaran li van fakulteyan dixwend.

Di pirtûkxaneya navnedî de 3 hezar û 150 pirtûk û taqîgeh hebûn.

Di wan taqîgehan de gelek amûrên pêşketî û zêdetirî 50 kompîtur hebûn.

Piştî dagirkirinê rewşa Zimanê Kurdî

Bi êrişan re dewama dibistanan hate taloqkirin.

Piştî dagirkirinê, saziyên perwerdeyê hatin talankirin û wêrankirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek ji wan navendan kirin baregehên xwe, ji bo ku şêniyan birevînin û tê de îşkenceyê li wan bikin.

Back to top button