HPG: Kamerayeke mobesse ya dagirkeran hat bêkêrkirin

Di çalakiya gerîlayan a li herêma Avaşînê de, kamereyek mobessa ya dagirkeran hate bêkêrkirin.
HPG’ê ragihand ku dagirkeran 16’e caran qadên gerîla bi çekên kîmyewî bombardiman kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker bi daxuyaniyekê ev agahî parve kri:

Li Herêma Avaşînê, 13’ê Gulanê kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate bêkêrkirin.

Di heman rojê de li Herêma Zapê jî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

14’ê Gulanê jî gerîlayên YJA Starê li Herêma Metîna û Zapê bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate dan.

HPG: Artêşa Tirk 16 caran bi çekên kîmawî qadên gerîla bombebaran kir

HPG’ê ragihand ku dagirkeran 14 û 15’ê Gulanê li Herêma Rojavayê Zapê 13 caran gazên kîmyewî yên bi jehr û 3 caran jî teqemeniyên qedexekirî bikar anîn.

Her wiha bi giştî 9 caran herêma Xakurkê, Metîna û Rojavayê Zapê jî bi balafirên şer bombebarankirine.

HPG: Li Rojavayê Zapê kepçeya dagirkeran hate bêkêrkirin

Back to top button