Zelenskiy ji bo parastina xarkivê daxwaza alîkariya leşkerî kir

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken doh serdena Kîevê kir û bi serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re hevdîtin pêk anî.
Zelenskiy piştî hevdîtina xwe ya bi Blinken re diyar kir ku ji bo parastina Xarkiv ji êrîşên Rûsyayê hewcedariya Ukraynayê bi du bataryayên parastina hewayî heye.
Her wiha Zelenskiy ji ber êrîşên Rûsyayê yên li ser Xarkivê serdanên xwe yên Spanya û Portekîzê betal kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken doh serdena Kîevê kir.

Blinken di destpêka hevdîtina xwe ya bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re got:

“Alîkarî niha di rê de ye û dê cûdahiyek rastîn li dijî êrîşa Rûsyayê li qada şer çêbike.”

Ji aliye din ve Zelenskiy alikariya Amerikaye ya ku weki “girîng” bi nav kir nirxand û diyar kir ku kemasiya heri mezin a welet parastina esmani ye.

Zelenskiy piştî hevdîtina xwe ya bi Blinken re diyar kir ku ji bo parastina Xarkiv ji êrîşên Rûsyayê hewcedariya Ukraynayê bi du bataryayên parastina hewayî heye.

Hêzên Rûsî hewl didin ku xeta pêwendiyê kûrtir bixin nav herêmê piştî hefteyekê ji êrîşên asmanî yên tund li ser duyemîn bajarê mezin ê Ukraynayê.

Zelenskiy serdanên xwe yên Spanya û Portekîzê betal kir

Her wiha Zelenskiy ji ber êrîşên Rûsyayê yên li ser Xarkivê serdanên xwe yên Spanya û Portekîzê betal kir.

Qesra Qraliyeta Spanyayê ragihand ku hevdîtina Zelenskiy û Qral Felipe yê 6’emîn ku biryar bû 17’ê Gulanê bihata lidarxistin, hat betalkirin.

Tê çaverêkirin ku Zelenskiy li Madrîdê bi Qralê Spanyayê Felipe yê 6’emîn û serokwezîr Pedro Sanchez re hevdîtinan pêk bîne û di warên ewlehî û parastinê de peymana hevkariya dualî îmze bike.

Serokê Ukraynayê Zelenskiy heman awayî piştî Îspanyayê plan dikir ku biçe Portekîzê.

Çavkaniyên dîplomatîk diyar kirin ku ji ber zêdebûna êrîşên Rûsyayê yên li ser Xarkîvê, Zelenskiy neçar ma serdanên xwe yên van her du welatan paşde bixe.

Scholz: Almanya dê alîkariya bo Ukraynayê bidomîne

Li aliyê din Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, piştî hevdîtina xwe ya bi serokên hikûmetên welatên Skandînavyayê re, piştrast kir ku Ukrayna dê di paşerojê de jî piştgirî ji wan werbigire.

Li gorî Scholz ji destpêka êrîşa berfireh a Rûsyayê ve di Sibata 2022’yan de, Almanyayê bi bihayê 28 mîlyar Euroyî çekan daye Ukraynayê.

Serokwezîrê Almanyayê piştî hevdîtina xwe ya bi serokwezîrên Swêd, Danîmarka, Fînlandiya, Norwêc û Îzlandayê li Stockholmê di daxuyaniya xwe da wiha got:

“Em di parastina Ukraynayê de li hemberî êrîşên Rûsyayê yek in.”

Olaf Scholz bi bîr xist ku dê di sala 2024’an de zêdetirî 7 milyar Euro alîkariya leşkerî ji Almanyayê ji Ukraynayê re were dayîn.

Serdana Blinken bo Ukraynayê dest pê kir

Back to top button