Gelê kurd û gelên azadîxwez bi yek gotinê, helwesta xwe ya li dijî tecrîdê diyar dikin.
Ew dibêjn, em jiyanekî bê Rêber Apo qebûl nakin, ew ê heta azadiya fîzîkî ya rêberê xwe têbikoşin.
Di vê çarçoveyê de, rojane xelkên herêmê bi vê daxwazê dadikevin qadan û banga xwe ya vê daxwazê dubare dikin.
Îro jî şêniyên Til Temir û Zirganê bi heman armancê li qadan bûn û gotin: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê bidomînin.
Xelkên Til Temir û Zirgan: Heta Rêber Apo fîzîkî azad bibe, em rûnanin
Meş li dawiya Kolana Şehîd Omer Baravî veguherî mîtîngê û li wir kesên axivîn gotin:
Dewleta Tirk nikare vîna gelê me têk bibe, em serî natewînin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.
Her wah bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî hat şermezar kirin.
“Azadiya Rêber Apo misogeriya hevjiyana azad e”
Şêniyên Kantona Minbicê jî xwedî heman helwestê bûn.
Xelkên bajarokên Muhteriq û El Farat ên Kantona Minbicê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyaniyek dan.
Şêniyan diyar kirin ku gelên herêmê bawer dikin ku bidawîkirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erka wan e û beşeke têkoşîna wan a ji bo demokrasiyê û bidestxistina hevjiyana azad e.
Bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku tecrîdê bi dawî bikin.



