Meclisa Jin a PYD’ê ya Helebê yekemîn kongreya xwe li dar xist

Meclisa Jin a PYD’ê a Helebê di bin dirûşmeya “Rêxistinkirina Jin û Civakê Misogeriya Azadiya Rêber Apo ye” yekemîn kongreya xwe li darxist.

Kongra li eywana Star Layt bi amadebûna 300 delege û partî û nûnerên ji sazî û meclsên taxên Şêxmeqsûd hat ldarxistin.

Di kongrê de ji aliyê rêvebera meclisa jin giştî a PYD Netewî Xemgîn axivî, kongre li rêber Apo û malbatên şehîdan, jinên azadîxwaz pîroz kir û got:

Li vir hîn zêdetir divê em li hember sistem û zihniyeta desthiladar biseknin.

Her wiha li ser navê kongra Star û saziyên malbatên şehîdan axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan, perspektîfên Rêber Abdulah Ocelan bi riya senvezyonekê hat guhdarkirin.

Di kongrê de rapora 2 salan ya mecilsa jin a PYD a Helebê hat xwendin û nirxandin.

Di kongrayê de meclis û rêveberiya nû hatin hilbijartin.

Back to top button