Xelkên herêmê ji êrişên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û qedexeya hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan bihêrsin.
Li dijî vê, li Qamişlo û Dirbêsiyê yên Kantona Cizîrê meşiyên girseyî hatin lidarxistin.
Beşdaran peyama berxwedan û tekoşînê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dan.
Li herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û biryara desthilata Tirk a qedexeya hevdîtina bi Rêber Apo re, bertek nîaşn dan.
Meş li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan veguherî mîtîngê.
Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê Medya Ebdurehman bal kişand ser planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê.
Hevserokê Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû Subhî Melek jî berxwedana gerîlayên azadiyê û QSD’ê silav kir û piştgiriya xwe bi gerîlayan re anî ziman.
Di dawiyê de 2 ciwanên ji pêkhateyên Ereb tevî nava refên gerîla bûn.
Li Dirbêsiyê jî meşa ciwanan hebû.
Meş li Sûka Navendî veguherî mêtingê.
Di mêtingê de, endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Raziya Mihemed êriş û qedexeya hevdîtina bi Rêber Apo şermezar kir.
Raziya Mihemed got;
Heta edalet ji bo Rêber Apo pêk were û dagirker ji Kurdistanê werin derxistin, dê di hemû qadan de têkoşînê bidomînin.



