![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/DOZA-KOBANE-ROJAVA-1.jpg)
Xelkê Rojavayê Kurdistanê û partiyên herêmê li dijî biryara Doza Kobanê bihêrsin.
33 Partiyên li herêmê, Kongra Star û Rêveberiyên Xweser yên Kantonan bi daxuyaniyên cuda, biryar şermezar kirin û bang li aliyên hiqûqî û navnetewî kirin rê li van siyasetan bigrin.
Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember biryara dadgehê ya li dijî siyasetmedarên Kurd daxuyanî tê dayîn.
Di vê çarçoveyê de 33 Partiyên bi daxuyaniyekê biryar şermezar kirin û wiha gotin:
“Dewleta Tirk bi vê biryarê dixwaze binkeftinên xwe veşêre û piştgiriya bi terora DAIŞ’ê re dewam bike.
Ji ber vê yekê komeke siyasetmedarên Kurd ku tenê ji bo maf, azadî, edalet, demokrasî û wekheviyê têdikoşiyan, darizandin.”
Partiyan cezayên hatin birîn bitundî şermezar kirin û ev bang li raya giştî, parlementer û azadîxwazên li cîhanê kirin:
“Piştgiriyê bidin van siyasetmedaran û bibin dengê edaletê.”
“Divê aliyên navnetewî li hember van siyasetan helwesteke adil nîşan bidin”
Bi heman armancê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê daxuyaniyek da û got:
“Biryarên dadgehê biryar in sexte ne û di bin bandoriya siyasetê de ne.
Em bang li aliyên navnetewî dikin ku mafên mirovan û azadiya derbirînê biparêzin.”
Yekîtiya Parêzeran a herêmê biryara dadgeha Tirkiyê şermezar kir
Li aliyekî din jî Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li ser miajrê got:
“Divê rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan ên navnetewî û cîhanî destewerdan bikin û rê li van siyasetan bigrin.”