Li seranserê herêmê şehîd Hakî Karer hat bibîranîn

Salvegera 47’an a şehadeta Hakî Karer û şehîdên meha Gulanê li 11 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bîranîn.
Di merasîman de şeniyan diyar kirin ku Şehîd Hakî bû sembola têkoşîna ber bi azadiyê ve û gotin: “Em ê bi fikir û felsefeyê Rêber Apo şoreşa azadiyê bidomînin.”

Îro salvegera şehadeta ji pêşengên PKK’ê Hakî Karer e ku 18`ê Gulana 1977`an şehîd bûbû.

Bi vê boneyê 18’ê Gulanê ku Roja Şehîdan e, li ser asta bakur û rojhilatê sûrî merasîmên bîranînê pêk hatin.

Li navçeya Til Temirê Meclisa Malbatên Şehîdan civînek li dar xist.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Eliyat axivî û got:

“Gulan, meha şehîdên tevgera şoreşgerî û dewama berxwedana li hember qirkirin û faşîzmê ye.”

Şêniyên Til Birakê jî, ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer û 72 şehîdên bajarê Til Birakê merasîmek li dar xist û soza dewamkirina xeta şehîda dan.

Bi heman armancê li Şedadê jî civînek hat lidarxistin.

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê jî bi civînekê di şexsê şehîd Hakî Karer de hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

Şaxê PYD’ê yê Tirbespiyê jî bi boneya rojê civînek lidar xist.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Silêman Ereb di merasîma bîranînê de got:

“Şehîd Hakî bû minareya azadiyê û sembola têkoşîna ber bi azadiyê ve.”

Li Çilaxa jî Meclisa Malbatên Şehîdan bi civînekê ev roj bibîranîn û diyar kirin ku divê wefadarê rêya şehîdan bin.

Li Dêrikê jî sînevizyonek têkildarî nirxandinên Rêber Apo yê ji bo şehîdan hate temaşekirin.

Şehîd Hakî Karer û şehîdên meha Gulanê li Til Hemisê jî hatin bibîranîn.

Li Qamişloyê jî ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer civînek hat lidarxistin û hat gotin:

“Em ê bi fikir û felsefeyê Rêber Apo şoreşa azadiyê bidomînin.”

Her wiha li Kantona Tebqayê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî bi heman armancê merasîmên bîranînê lidarketin û şeniyan soza pêkanîna xeyalên şehîdan dan.

Back to top button