Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku PKK, Hakî Karer e û Şehadeta Hakî Karer e got:
Di bingeha PKK’ê de Şehadeta mezin a vî hevrêyê mezin heye.
Hakî Karer bi pêngava avakirina partiyê û partiya ku di encama vê de ava bû, Nemir bû.Di vê wateyê de PKK jîndarbûna Hakî Karer e.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di Salvegera Şehadeta Hakî Karer nirxandin kir.
Cemîl Bayik Hakî Karer bi bîr anî û diyar kir ku PKK’e Hakî Karer, PKK’e jîndarbûna Hakî Karere û got:
“Di pêşveçûna tevgerê de vê şahadeta mezin re ji xwe re kir bihgehek û partîbûyîn derket holê.
PKK, Hakî Karer e û Şehadeta Hakî Karer e.
Di bingeha PKK’ê de Şehadeta mezin a vî hevrêyê mezin heye.
Hakî Karer bi pêngava avakirina partiyê û partiya ku di encama vê de ava bû, Nemir bû.
Di vê wateyê de PKK jîndarbûna Hakî Karer e.”
Cemîl Bayik: Fêmkirina Hakî Karer fêmkirina Rêber Apo û PKK e
Cemîl Bayik anî ziman ku fêmkirina Hakî Karer fêmkirina PKK’ê û Rêber Apo ye û domand:
“Divê kesayeta hevrê Hakî Karer bi hemû aliyên xwe ve were fêmkirin.
Fêmkirina Hakî Karer; fêmkirina PKK, Rêber Apo û xwe ye.
Rêber Apo di pênasekirina PKK’ê de kesayeta Hakî Karer vedibêje.
Mebesta Hakî Karer ev rastî bû, dema digot “Ew ruhê min ê veşartî bû”, “Dilê min, Mêjiyê min, Dest, milê min, Çavê min, Guhê min bû”.
Ev jî pênaseya PKK’ê û milîtaniya PKK’ê ye.
Hakî Karer kesayeta pratîk, zindî ya Rêber Apo ye.”
Cemîl Bayik: Heya PKK sax be, Milîtaniya PKK’ê û gelê Kurdistanê sax be, wê hevrê Hakî Karer jî bijî
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha bi dawî kir:
“Tevgera me gelek tiştan deyndarê Hakî Karer e û her tim hewl dide vî deynî bide.
Ji bo vê jî hevrê Hakî Karer; di dilê PKK’ê, milîtanên PKK’ê û gelê me de cihê wî yê ku nayê rakirin heye.
Heya PKK sax be, milîtaniya PKK’ê û gelê Kurdistanê sax be, wê hevrê Hakî Karer jî bijî.
Em wekî tevger û gelê kurdistanê emê li bîranînê wan xwedî derkevin.”