Li bajarokê Hikumiye Şehîd Raqî Mûsa bi girseyî hate oxirkirin

Xelkê kantona Reqayê cenazeyê Şervanê QSDˊê Şehîd Qadir Rojava li goristana bajarokê Hikumiye oxir kir.

Bi sedan xelkê kantona Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî, li goristana bajarokê Hikumiye ya li bakurê kantonê kom bûn.

Şehîd Qadir Rojava (Raqî Mulhim El Mûsa) di qezayekê de li kantona Reqayê şehîd bû.

Di merasîmê de ji fermandarên QSDˊê ya Kantona Reqa Qehreman Xebat axivî û fedakariyên lehengan li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir.

Piştre apê şehîd, Wehîd El Ebdullah axivî û got:

“Ji bo ev welat bi azadî û rûmbet bijî em kezebên xwe didin.

Em ê heta pêkanîna armancên wan li ser şopa wan bin.”

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

QSD’ê nasnameya Şehîdekî eşkere kir

Back to top button