Jinên Qamişlo li dijî tecrîdê daketin qadan

Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo xelkê herêmê bihêrsin.
Li dijî biryara nû a cezayên hevdîtinê bi Rêber Apo re, li Qamişlo jin daketin qadan.
Her wiha mamostayên Minbicê jî bi daxuyaniyekê tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin.

Despêkê 5-8 sanî dimen biherikîne

Rêxistina Kongra Star a bajarê Qamişlo, dijî tecrîda li ser Rêber Apo meşek organîze kir.

Meşa ji taxa Kurnîş dest pê kirî li Çerxerêya El Felahîn a li heman taxê veguherî mîtingê.

Di mîtingê de, Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo berxwedana Rêber Apo silav kir û got:

“Şerê li Îmraliyê şerê keramet û hebûna me ye, lewma em ê jî dijî tecrîdê têkoşîna xwe bilind bikin.”

 Şîraz Hemo: Piştgiriya dijmin xiyaneta herî mezin e

Her wiha li wir, gelek jinan nêrînên xwe têkildarî hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re parve kirin.

Jina bi navê Fehîme Ebdulqadir diyar kir ku piştgiriya her aliyekî Kurd ji dewleta Tirk re li dijî aliyekî din ê Kurd, xiyaneta herî mezin e.

Fedya Silêman jî berxwedana şervanên tevgera rizgariya Kurdistanê ya li çiyayên Kurdistanê silav kir.

Mamosteyan biryara dewleta Tirk a li dijî Rêber Ocalan şermezar kir

Bi heman armancê mamosteyan li Kantona Minbicê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li hember tecrîdê nîşan dan.

Di daxuyaniyê de, destnîşankirin ku desthilata Tirk, mafên ji aliyê saziyên navneteweyî ve hatine mîsogerkirin, binpê dike.

Mamosteyan bêdengiya CPT şermezar kirin û bang azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Back to top button