Li Til Temirê pêşhilbijartinên PYD’ê pêk hatin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriya ji dema ragihandina lidarxistina Hilbijartinên Şaredariyan ên giştî her kes di nava tevgerê de ye.
Pêşhilbijartin têne lidarxistin, tifaq têne ragihandin û serdana partî û saziyan tê kirin.
Îro jî bi heman aramncê pêşhilbijartinên PYD’ê li Til Temirê hatin lidarxistin û namzatek hate eşkere kirin.
Partiya Biratî ya Kurdistanê jî ragihand ku wê beşdarî hilbijartina Şaredariyan bibe.

30’ê Gulanê dema lidarxistina Hilbijartinên Şaredariyan e.

Bi vê armancê li bajar û bajarokên herêmê pêşhilbijartinên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û Kongra Star têne lidarxistin.

Di van pêşhilbijartinan de bernamzetê dengê herî zêde bidest xistî jî wê weke namzetê partiyê di hilbijartinê de bikeve pêşbaziyê.

Di vê çarçoveyê de îro li navçeya Til Temirê jî pêşhilbijartinên PYD’ê hatin lidarxistin.

6 bernamzat cihê xwe di vê pêşhilbijartinê de girtin.

Ji seatên sibehê ve xelkê navçeyê bigirseyî berê didin cihê pêşhilbijartinê û dengê xwe bikartînin.

Kesên ku dengê xwe dan diyar kirin ku ew bi lidarxistina van hilbijartinan kêfxweş in û hêvî dikin guherînên baş li herêmê pêk werin.

Ridwan Xelef bû namzatê PYD’ê yê Til Temirê

Hilbijartina ku ji seat 9’an ve destpê kir di seat 3’an de bi daxuyaniyekê bidawî bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Piştî pêşhilbijartin bidawî bû û deng hatin jimartin Ridwan Xelef ji ber bidestxistina 410 dengan biserket.

Ridwan Xelef wê wekî namzatê PYD’ê beşdarî hilbijartinê şaredariyan ên giştî bibe.”

Back to top button