Îran: Sedema ketina helîkoptera Reîsî pirsgirêka teknîkî ye

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê, rapora derbarê sedema ketina helîkoptera serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî belav kir.
Li gorî raporê, sedem pirsgirêka teknikiye.
Di vê navberê de, cenazeyê Reîsî li bajarê wî Meşhedê hate veşartin.

Di wextekî cenzeyê Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî hat veşartin de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê rapora derbarê sedema ketina helîkopterê de belav kir.

Li gorî rapora fermandariyê, piraniya agahiyên derbarê sedema ketina helîkoptera serokmarê Îranê de hatine komkirin, li gorî lêkolînên destpêkê jî sedema ketina helîkopterê teknikiye.

Fermandariyê daxuyakirin ku ji bo agahiyên hîn berfirehtir pêwistiya wan bi demekî din heye.

Di heman raporê de hate gotin, ti cihê gule yan jî tiştek din li ser helîkopterê nehatiye dîtin, helîkopter ji ber bi çiya ketiye, şewitiye.

19’ê Gulanê serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li ser sînorê Îran û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî wê helîkoptera serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dema vedigeriya Tewrêzê li Culfayê ket.

Helîkoptera Reîsî piştî demek dirêj hat dîtin.

Di nava helîkoptera ku 9 kes têde bûn kes sax nefilitî.

Tevî Reîsî 9 kes di helîkopterê de bûn

Di helîkoptera ketî de tevî Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî jî hebûn.

Herwiha hate gotin ku 2 rayedarên leşkerî yên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de bûn.

Cenzeyê Reîsî li Meşhedê hate veşartin

Piştî merasîmên, li Tebrîz, Qum û Tahranê, cenazeyê Reîsî li bajarê wî Meşhedê hate veşartin.

Back to top button