Bûyer çawa qewimî?

Serokê Îranê Ibrahîm Reîsî û Weîzêr Karê Derve Husên Emîr Ebduleheyan di qezayeke helîkopterê de jiyana xwe ji dest da.
Gelo bûyer çawa qewimî, Ibraîm Reîsî kî ye û dê welat çawa were birêvebirin?
Em di vê raporê de hîn bibin.

Serokê Îranê Ibrahîm Reîsî û Wezîrê Karê Derve Husên Emîr Ebduleheyan tevî şandeyeke pilebilind di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest da.

Roja 19’ê gulanê, Serokê Îranê, Wezîrê Karê Derve û şandeyeke bi wan re, ji ser sînorê Azerbecanê vedigeriyan Tehranê.

Li wir bi beşdariya Serokê Azerbecanê Ilham Elîyêv bingeha bendava “Qîz Qelesî” li ser çemê Aras ya li ser sînorê herdu welatan danîn.

Di vegerê de, helîkoptera wan bi rengekî zehmet li parêzgeha Azerbecan a rojhilat dadikeve.

Li gor agahiyan, balafir li cihekî çiyayî û tijî daristan ketiye xwarê.

Her wekî tîmên rizgariyê eşkere kir ku ji ber rewşa zehmet a hewayê ew nikarin xwe bighînin cihê wê.

Lewra, nekarîn di saetên pêş de cih destnîşan bikin.

Şeveke sax lê digeriyan.

Di dawiyê de Hevya Sor a Îranê eşkere kir ku balafir tev de şewtitî ye û di encamê de,

Serokê Îranê Ibraîm Reîsî

Wezîrê Karê Derve Husên Emîr Ebdulehyan

Mihemed El-Haşim nûnerê olî û melayê bajarê Tebrîzê

Malik Rehmetî waliyê Parêzgeha Azerbecana Rojhilat

Û hejamrek ji gardiyanan jiyana xwe ji dest da.

Ibrahîm Reîsî kî ye?

Sala 1960 li bajarê Meşhed ji dayîk bûye

Sala 1980’ê erkê dozgeriya giştî li bajarê Kerc wergirt.

Sala 1985’an bû dozgerê giştî li Tehranê

Di navbera 1994 û 2004’an de serokê daîreya çavdêriyê li Tehranê maye

Ji 2004 heta 2014 erkê alîkarê yekem ê serokê desthilata dadweriyê wergirt û piştre heta 2016’an bû dozgerê giştî li Îranê

Sala 2017’an bû namzetê seroktiya Îranê, lê li pêşberî Hesen Rohanî bi bin ket.

Sala 2021’ê dîsa bû namzet û bi ser ket

Lewra di tebaxa 2021’ê bû serokê 8’an ê Komara Îranê.

Piştî ku Ibraîm Reîsî jiyana xwe ji dest da dê Îran çawa were birêvebirin?

Li gor destûra Îranê, eger serok 2 mehan ji erk dûr bikeve, dê cîgirê wî yê yekem erk bi rengekî demkî werbigire.

Her wekî gerek e di nava 50’î rojî hilbijartinên seroktiyê bi rêxistin bike qene serokekî nû ere hilbijartin.

Lewra vê gavê dê Mihemed Muxbir vî erkî werbigire.

Lê ger ku cîgir bi kêr neyê, mafê Rêber Olî yê Bilind heye ku tevahiya erkên serok bi dest xer ve bîne, heta ku serokekî nû were hilbijartin.

Back to top button