Helîkoptera serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li Azerbeycanê qeza kir

Helîkoptera ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî vediguhest rojhilatê Azerbaycanê qeza kir.
Hêzên leşkerî û rizgarkirinê ji bo xwe bigihînin cihê qezayê ketine nava tevgerê.
Berpirsên Îranê diyar kirin ku agahî ji rewşa serokkomar û wezîrê karên derve nayê girtin û bi fikarin.

Helîkoptera ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî vediguhest rojhilatê Azerbaycanê qeza kir.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku di konvoya serokomarê Îranê de sê helîkopter hebûn.

Du ji helîkopterên ku hinek wezîr û berpirs têde bûn, bi selametî gihiştine cihê xwe.

Lê helîkoptera ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahyan û Îmamê Tebrîzê Ayetullah Haşimî têde bûn, di rêde qeza kiriye.

Agahî ji Reîsî nayê girtin û tîmen rizgarkirinê lê digerin

Li gorî nûçeyên çapemeniya Îranê, li herêmê mijeke zêde heye, hêzên girêdayî Heyva Sor, leşkerî û rizgarkirinê ji bo xwe bigihînin cihê qezayê ketine nava tevgerê.

Wezîrê Karên Hindir yê Îranê ragihand 16 tîmên rizgarkirinê ji bo lêgerînê hatine erkdarkirin.

Heta dema êvarê jî tîmên rizgarkirinê negihiştibûn cihê ketina helîkopterê.

Berpirsên Îranê diyar kirin ku agahî ji rewşa serokkomar û wezîrê karên derve nayê girtin û bi fikarin.

Li gor nûçeya Reuters’ê ku agahiyên wê xwe dispêre berpirsek payebilind yê Îranê, jiyana Îbrahîm Reîsî û Husên Emîr Ebdulahyan di metirsiyê de ye.

Wî berpirsî ji ajansê re diyarkiriye ku hîna hêviyên wan hene, lê li gor zanyariyên ku wan li ser cihê ketina helîkopterê girtine, ew gelek bifikarin.

Li gor agahiyên medya Îranê, cihê ketina helîkopterê gundê Uzî ya ser bi bajaroka Werzeqanî ya girêdayî parêzgeha Azerbaycana Rojhilate.

Li aliyê din Heyva Sor a Îranê jî ragihand, ji ber rewşa hewayê ya bi mij demek dirêj pêwîste heta ew bikarin cihê ketina helîkopterê bibînin.

Reîsî ji bo hevdîtina bi serokomarê Azerbeycanê Aliyev re çûbû Azaerbaycanê

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bo hevdîtina bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re li Azaerbaycanê bû.

Piştî hevdîtinê her du serok beşdarî merasîma vekirina “Bendava Kelehê ya Maiden” ku projeya hevpar a Azerbaycan û Îranê ye, bûbûn.

“Bendava Kela Maîden”ê ku li ser çemê Arasê hatiye çêkirin, ji aliyê du welatan ve bi armanca sûdwergirtina hevbeş ji çavkaniyên av û enerjiyê hatiye çêkirin.

Her wiha aliyan ev proje weke sembola dîplomasiya dostanî pênase kiribûn.

Back to top button