![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/MINBICE-.jpg)
Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da.
Meclisê diyarkir ku gundên Mehsenkî, Seyada, Girhiyuk, Qertwêran, Kawiklî, Um Cilûd, Ewn Dadat û Toxar yên bakur û rojavayê kantona Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.
Li gundên navborî sivîl hene û nêzîka 100 top li van gundan ketine.
Di êrişa li ser gundê Toxarê,Kawiklî û Girhiyuk de agir bi zeviyên çandiniyê û darên zeytûnan ketine.
Hêjayîî gotinê ye ku duh di êrişên dewlet Tirk li dijî gundên Minbicê de, 3 kes birîndar bûn.