Li Minbic û Şamê şehîdên 18’ê Gulanê hatin bibîranîn

Şehîdên 18’ê Gulanê li Minbic û Şamê hatin bi bîranîn û soza şopandina xeta wan hate dayîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê bi dirûşma “Bi rihê şehîdan em ê berxwedanê bilind bikin û Rêber Apo fîzîkî azad bikin” merasîmek bîranîna şehîdên 18′ Gulanê li dar xist.

Merasîm li Hola Meclisa Demokratîk a Gelan ya Kantona Minbicê pêk hat.

Di merasîmê de kesên axivîn diyar kirin ku wê şopdarên rêya şehîdan bin û têkoşînê mezin bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

Piştre sînevîzyonek li ser şehîdên 18’ê Gulanê hat pêşandan.

Di dawiyê de Koma Vejîn stran gotin û merasîm bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Li Şamê jî bi heman boneyê civînek ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat lidarxistin.

Di civînê de kesên axivîn diyar kirin ku bi xwîna têkoşer Hakî Karer meşa azadiyê dest pê kir û didome.

Civîn bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Back to top button