Bertekên li dijî biryara ‘Doza Kobanê’ hîna jî dewamin û zêde dibin.
Gelê herêmê her kes, sivîl û endamên sazî û rêxistinên xwe li dijî van biryaran bi hêrs in.
Parêzerên li kantona Firat, Efrînê û Şehbayê ev ceza şermezar kirin û gotin: “Divê her kes bi erka xwe ya wijdanî rabe û bibe dengê van siyasetmedaran.”
Rêxistin û saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî cezayên ku li siyasetmedarên Kurd hate birîn bi hêrsin.
Di vê çarçoveyê de endamên Yekîtiya Parêzeran a kantona Firatê ji bo şermezarkirina van cezayan daxuyaniyek dan û gotin:
“DAIŞ li herêmê û tevahî cîhanê pilanên Erdogan û hikumeta wî pêk dianîn.
Dewleta Tirk çi kesên ku destek didan Kobanê girtin. Xwest bi rêya darizandina şeklî tola binkeftina DAIŞ’ê hilîne.
Ev ceza wê xaleke reş li eniya dewleta Tirk, mirovahî û civaka navneteweyî yên ku binpêkirinên dewleta Tirk dibînin û bêdeng in, bihêle.”
‘Divê tevahî parêzerên cîhanê li hember vê biryarê bi erka xwe rabin’
Parêzeran bang li tevahî parêzgerên cîhanê kirin ku erka xwe bi cih bînin û bi rêbazên qanûnî yên li ber destan, parastina girtiyan bikin.
Her weha bang li NY jî kirin ku zextê li dewleta Tirk bike, ji bo cezayên siyasî yên nîjadperestî betal bikin.”
‘Ev biryar siyasî ye û dûrî qanûnê ye’
Bi heman armancê, Yekîtiya Parêzerên kantona Efrîn-Şehba bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan dan.
Parêzeran cezayên di ‘Doza Kobanê’ de hatine birîn, bi tundî şermezar kirin û wiha gotin:
“Ev biryar siyasî ne û dûrî qanûnê ne, divê aliyên hiqûqî, mirovî û navneteweyî ji nêz ve, vê mijarê bişopînin û bi erkên xwe li hember siyasetmedarên li Bakurê Kurdistanê rabin.
Divê her kesê xwedî wijdan û exlaqên mirovî, li dijî van cezayan rabe û dengê xwe bilind bike.”
33 partiyan cezayên di ‘Doza Kobanê’ de hatin birîn şermezar kirin



