Şandeya Rêveberiya Xweser bi şandeya tora Siwêd-Kurdistanê re civiya

Şandeya Rêveberiya Xweser a li Ewrûpa bi şandeya Tora Siwêd-Kurdistanê re civiya.
Aloziya Sûriyê û hewldanên têkoşîna li dijî terorê, mijara girtiyên DAIŞ’ê yên li herêmê û êrişên dewleta Tirk a dagirker, rojevên civînê bûn.

Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer û nûnerê Rêveberiya Xweser ê welatên Skandînavyayê Elî Elî duh bi şandeya Tora Siwêd-Kurdistanê re civiyan.

Civîn li avahiya parlamentoyê ya li paytexta Siwêdê Stockholmê pêk hat.

Serokê torê û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê parlamentoyê Ola Moler, endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya parlamentoyê, namzet û endamên parlamentoyê beşdarî civînê bûn.

Şandeya Rêveberiya Xweser mijarên rewşa Sûriyê, aloziya li welêt, nebûna çareseriyên siyasî, geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên dewleta Tirk, dosyaya girtiyên DAIŞ’ê û darizandina wan, şîrove kirin.

Şandeyê diyar kir ku divê civata navneteweyî berpirsyariya xwe li hember van mijaran bîne cih.

Rêbazên pêşxistina têkiliyan di navbera Rêveberiya Xweser û Siwêdê de têkildarî gelek mijaran, hatin gotûbêjkirin.

Back to top button