Gelê Şengalê vedigerin ser cih û warê xwe

Bi sedan malbatên Êzidî ji kampan derketin û vegeriyan Şengalê.
Meclîsa Gel û Şaredariya Şengalê ji bo alîkariya wan malbatan bikin, serdana malbatan kirin.
Şandeyê xêrhatina wan kirin û diyarkirin ku ew amade ne her xizmeteke ku ji destê wan were ji bo malbatên vedigerin ser cih û warê xwe, bikin.

Di van rojên borî de, bi sedan malbatên Êzidî ji kampan derketin û vegeriyan Şengalê.

Malbatên Êzidî ji kampa Mam Reşan û Êsya yên Dihokê vegeriyan deverên cûda yên Şengalê.

Hinek malbat jî vegeriyan navenda Şengalê.

Meclîsa Gel û şaredariya Şengalê serdana malbatan kirin

Şandeyek ji Meclîsa Gel a Şengalê û Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo xêrhatina malbatan û bicihanîna pêwîstiyên wan, serdana malbatan kirin.

Şandeya meclîs û şaredariyê ji aliyê malbatan ve, bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.

Şandeyê ji malbatan xwest, çi pêwîstiyeke wan a xizmetgûzarî û jiyanî hebe bi wan re parve bikin û amadebûna xwe ya ji bo xizmeta malbatên vedigerin, diyar kirin.

Iraq: Divê heta Tîrmeha îsal li Başûrê Kurdistanê kampên koçberan nemînin

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê pilan kiriye ku hemû kampên koçberan vala bike.

Li gorî wê jî, divê heta Tîrmeha îsal li Başûrê Kurdistanê kampên koçberan nemîne.

Back to top button