Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinek û 3 zarokên DAIŞ’î radestê şandeya Brîtanyayê kir.
Şandeya Birîtanî diyar kir ku ew ê jî, li kêleka QSD’ê û koalîsyona navnetewî şerê li dijî DAIŞ’ê bidomîn e.
22’ê Gulanê şandeyeke ji Brîtanyayê bi serokatiya Nûnera Brîtanya ya Taybet bo Sûriyê Anne Snow û Sekreterê Siyasî yê Duyemîn ê Ofîsa Brîtanya ya Kar û Barên Sûriyê Ed Wilkes serdana herêmê kir.
Şande ji aliyê hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve yên Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fener El Giêt, endamê Desteya Rêveber a daîreyê Xalid Îbrahîm û nûnera YPJ’ê Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Îlham Ehmed bal kişand ser hilbijartinên şaredariyan ku dê 11’ê Hezîranê werin lidarxistin û wekî gaveke erênî ber bi avakirina pergelek demokratîk a rewa û zelaltir ve nirxand.
Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê jî bibîrxist û got:
“Ji ber êrişan zerarên mezin li binesaziya herêmê bû û di encamê de alozî û êşa şêniyan kûrtir bû.
Ev êriş şerê li dijî tunekirina DAIŞ’ê jî asteng dike.”
Ji aliyê xwe ve jî, Nûnera Taybet a Brîtanya Anne Snow jî anî ziman ku Brîtaniya yek ji endamên Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî DAIŞ’ê ye, dê erka xwe ya li hemberî xetereya DAIŞ’ê û rêgirtina li ber zindîbûna wê bidomîne.
Anne Snow diyar kir ku rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi girêk e û xetereya DAIŞ’ê hîna li ser civakên Sûriye, Iraq û wêdetir heye.
Anne Snow spasiya QSD’ê û rayedarên Daîreya Têkiliyên Derve kir ku di vegera welatiyên Brîtanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bo welatên wan de, destek da şandeyê.
Dawiyê, Rêveberiya Xweser jinek û 3 zarokên ji Brîtanyayê yên malbatên DAIŞ’ê radestî şandeyê kir.