Artêşa Tirk 25 mûşek li gundên Amêdiyê dan

Dewleta Tirk a dagirker ku li Başûrê Kurdistanê di nava hewildanê dagirkeriyê de ye rojane êrişan pêk tîne.
Artêşa Tirk a dagirker îro bi dijwarî gundên devera Amêdiyê herêmên Zap û Metîna bombebaran û topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ku li Başûrê Kurdistanê di nava hewildanê dagirkeriyê de ye rojane êrişan pêk tîne.

Di êrişên ku bi hevkariya PDK’ê pêk tê de rojane gelek welatiyên sivîl û deverên welatiyan rastî ziyanan tê.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî bidest ketine, dagirkeran bombebaran û topbareneke berfireh li gundên derdora navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve daye destpêkirin.

Rojnewsê ragihand artêşa Tirk a dagirker 25 mûşek li gundê Kiwan û gundên derdora wê dane.

Di encama bombebaran û topbaranên artêşa Tirk a dagirker de ziyaneke mezin ya madî û jîngehî gihiştiye deverê.

Lê heta niha têkildarî ziyanên canî tu agahiyên zelal bidest neketin.

Balafirên dewleta Tirk 20 caran herêma Zap û Metîna bombebaran kirin

Bi heman awayî dagirkeran herêmên Zap û Metîna jî bombebaran kirin.

Li gor agahiyên herêmî, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker îro herêma Metîna û derdora gundên Reşave, Guherz û Belave yên girêdayî Amêdiyê yên girêdayî parêzgeha Duhokê 20 caran bombebaran kirin.

Dîmenê bombardimana dagirkeran ji aliyê welatiya ve hate parvekirin.

Li gorî dîmenên ku xuya dikin dagirker bêserûber herêmê bombardiman dikin.

Back to top button